Li Besrayê di şer û pevçûnên navbera pismaman de 6 kes hatin kuştin
Îro 19.07.2025ê li navçeyekî sînorê parêzgeha Besrayê di şer û pevçûnekî di navbera karwanekî Şîeyan de pêkhat de 6 kes hatin kuştin.
Medyaya Iraqî ragihand, di nav karwanê ziyaretkarên meha Muheremê li herêma Bab Tawil a navçeya Ebû Xetîb a li başûrê parêzgeha Besrayê di navbera çend pismaman de nîqaşek derketiye û piştre dibe şerê wan û çek li hember hev bikartînin û ji ber wê jî pênc kes hatine kuştin û kesekî din jî li nêzîkî cihê bûyerê lê li wî ketin û ew jî hat kuştin.
Hat aşkera kirin ku pirsgirêka navbera wan pismaman ji berê ve li ser serokê eşîrê hebûye û naha di nav karwanê meha Muheremê de şer derketiye û ji ber wê jî kuştî çêbûn û wê yekê xelkê herêmê şok kiriye.
Hêzên ewlehiyê piştî şer 12 kes bi tohmeta gulebaranê girtin û lêpirsînek li ser vê yekê hatiye destpêkirin.
Basnews
