• Sunday, 08 February 2026
logo

Soran Xakî: Dîrok dê binivîse; Mesrûr Barzani dev jê berneda û krîzeke mezin a avê bi dawî kir

Soran Xakî: Dîrok dê binivîse; Mesrûr Barzani dev jê berneda û krîzeke mezin a avê bi dawî kir

 Îro 20.07.2025ê Qonaxa yekem a projeya dabînkirina avê ya awarte li Hewlêrê qediya, ku dê zêdetirî 120 hezar malbatan û li zêdetirî 20 taxên Hewlêrê pirsgirêkên avê çareser bike, herwaha bi sedan bîrên avê dê werin girtin.

Çalakvanê siyasî Soran Xakî di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsek belav kir û diyar kir: "Dîrok dê waha binivîse: Hewler a paytexta Herêma Kurdistanê, krîzeke mezin a avê dikşand, ji ber vê yekê piraniya vî bajarî di zivistan û havînê de bê av bûn, hemû li hember vê pirsgirêkê destê wan girêdayî bûn, lê wek hercar take kesê dest jê berneda û bi planekî stratejîk ve dakete qadê û av ji Zê (Zap) yê mezin bo Hewlêrê anî û navê wê projeyê kir projeya awarte ya bilez a av a Hewlêr û bi temamî wek navê xwe bû û ew proje di heyama kêmtirî 11 mehan de temam bû û av gehand Hewlêrê û ew kese jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû.’’

Herwaha dibêje: "Li gorî endezyarên projeyê, betona ku di projeyê de hatiye bikaranîn bi qasî Burc Xelîfe ye û bi qasî dûriya navbera Hewlêr û Kerbelayê borî têde hatine bikaranîn û heta 30 salên din krîza bêavî li Hewlêrê hat çareser kirin.’’

 

Basnews

Top