Cemal Heme Reşîd: Destkeftiyekî Hizba Îslamî li Kurdistanê, lewazkirina hestên netewetiyê bû
Çalakvanekî siyasî yê ji Silêmaniyê, rexnên tund li Hizbên Îslamî dike û radigehîne ku destkeftên Hibê Îslamî li Kurdistanê, lewaz kirina hestên netewetî û hakim kirina çanda dagirkeran bûye.
Cemal Heme Reşîd hiqûqnas û çalakvanê siyasî yê ji bajarê Silêmaniyê ku bi xwe li Amerîkayê dijî, li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê belav kiriye û dibêje: “Destkeftiyên Hizba Îslamî li Herêma Kurdistanê di demên berê de civaka Kurdî bêtir parçe kirin. Hestê neteweyî qels kirin û çanda dagirkerên Kurdistanê yên wekî Ereb, Faris û Tirkan pêşve xistin û serdest kirin. Ew bûn pişta desthilatdariyê û rê li ber avakirina her opozisyoneke rastîn a li dijî desthilatdariyê girtin.”
Herwekî ku aşkera kiriye, ku destkeftiyek din a van Hizbên Îslamî ew bû ku "têkiliyan bi welatên herêmî re saz bikin û alîkariya wan bikin ku ajandeya xwe heta asta sîxurî û operasyonan bicîh bînin. Gehandina kêmaniya serokatiyê bi mûçeyên mezin û jiyana şahane. Digel gelek bandorên din ên neyînî yên siyasî û civakî li ser civaka Kurd ku em nikarin hemîyan li vir behs bikin. ".
Herwaha dibêje: “Ez van tiştan ji wan kesan re dibêjim ku bi tiryakê îdeolojiyê nehatine bêhişkirin.”
Ev gotinên Cemal Heme Reşîd di demekê de tên ku roja Şemiyê 19ê Tîrmeha 2025an kongreya Komeleya Dadmendiya Kurdistanê pêk hat û tê de Elî Bapîr ji nû ve wek serokê Komelê hat hilbijartin.
Basnews
