Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê kir û pê re danûstandin li ser pêşxistina têkiliyan û hin mijarên din kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16.07.2025, pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de li ser pêşxistina têkiliyên dualî û xasma jî di warên ewlehî û Berevaniyê de danûstandin hatin kirin.
Her di wê daxuyaniyê de hatiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Estonyayê kir, ji ber piştevanî û alîkariya wê ji bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ron jî kir, "Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyan bi Herêma Kurdistanê re tekez kir."
Di beşeke din a wê civînê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û bidawîanîna êrîşên wêranker ên li ser jêrxaneya aborî û enerjiya Herêma Kurdistanê kir.
Basnews
