Xemîs Xencer: Êrişên li ser zeviyên petrolê gef in û milîs naxwazin ku welat aram bimîne
Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer ragihand, êrişên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên li Duhok û Hewlêrê, gefeke cidî li ser ewlehî û aramiya Iraqê ne.
Xemîs Xencer îro 15ê Tîrmehê di peyameke ku li ser tora civakî ya "Facebook"ê de belav kir û ragihand ku êrişên ku zeviyên petrolê yên li parêzgehên Duhok û Hewlêrê kirine armanc, "gefên cidî li ser ewlehî û aramiya welêt in û êrişeke rasterast li ser şiyanên Iraqiyan e."
Xemîs Xencer herwiha ragehand, berdewamiya van êrişan, hevdem e bi hewldanên niştimanî yên Bexda û Hewlêrê re ji bo çareserkirina krîza mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.
Herwiha da tekez kir jî, ev êriş îradeya wan milîsan nîşan dide ku naxwazin welat ber bi aramiyeke siyasî, ewlehî, civakî û aborî ve biçe.
Serokê Hevpeymaniya Siyade piştgiriya xwe ji bo hewldanên Serokwezîrê Iraqê, Mihemed Şiya Sûdanî yên ji bo eşkerekirina aliyên ku di van êrişan de cih girtine, nîşan da. Herwiha piştgiriya xwe ji bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo rûbirûbûna van koman dubare kir.
Basnews
