• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser zeviyên petrolê şermezar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser zeviyên petrolê şermezar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar dike û dibêje, “Divê hikûmeta federal a Iraqê hemî rêkarên bilez û pêdivî bi cih bîne, da ku rêyê li wan êrîşan bigire û êrîşkeran eşkere bike û wan ceza bike.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 15ê Tîrmeha 2025ê) daxuyaniyek li ser êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê weşand û tê de got, “Em bi tundî wan êrîşan şermezar dikin ên ku bi dronan li ser jêrxane û deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê tên kirin, û di wê çarçoveyê de duhî û îro zeviyên petrolê yên li deverên Xurmele û Sersinkê kirine armanc.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa ragihand, "Divê hikûmeta federal a Iraqê hemî rêkarên bilez û pêdivî bi cih bîne, da ku rêyê li wan êrîşan bigire û êrîşkeran eşkere bike û wan ceza bike. Ew êrîş tenahî û serweriya welat û veberhênana navxweyî û biyanî dixin xeterê.”

 

K24

Top