• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî êrîşên li ser zeviya petrolê ya Xurmeleyê şermezar kirin

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî êrîşên li ser zeviya petrolê ya Xurmeleyê şermezar kirin

Du dronên bombekirî ketin nav zeviya petrolê ya Xurmaleyê. Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ragihand, “Ti zirarên canî ji wan êrîşan çê nebûne, tenê zirar gihîştiye boriyên avê yên wê westgehê.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 14ê Tîrmeha 2025ê) di ragihandinekê de êrîşên li ser her du zeviyên petrolê yên Xurmeleyê li parêzgeha Hewlêrê şermezar kirin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî amaje jî da, “Ti zirarên canî ji wan êrîşan çê nebûne, tenê zirar gihîştiye boriyên avê yên wê westgehê.”

Dijeterora Kurdistanê jî di vî warî de ragihand, “Îro êvarê seet 20:20 û 20:25ê du dronên bombekirî ketin nav zeviya petrolê ya Xurmaleyê li parêzgeha Hewlêrê, lê ti zirarên canî nebûn.”

 

K24

Top