Wezareta Navxwe derbarê bûyerên ku duh bi şev li navçeya Warte qewimîn de daxuyaniyek da
Wezareta Navxwe li ser bûyerên şeva borî ya navçeya Wertê, daxuyaniyek belav kiriye û radigehîne, ji ber sedema aloziyên di girseya xwepêşandanên beşek ji xelkê sînorê navçeya Wertê de, kesekî canê xwe ji dest daye û piştrast jî didin ku dê mafê hemû aliyekî bê parastin.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma kurdistanê daxuyaniyek da û ragehand: “Şeva Yekşemê 13ê Tîrmeha 2025an li navçeya Warte ya li sînorê Rêveberiya Soranê, welatiyek bi navê Hesen Rehman di encama aloziya di navbera welatiyan de bûye qurbanî. Yekser rayedarên peywendîdar hatine erkdarkirin ku derbarê bûyerê de lêkolîn bikin û tedbîrên yasayî bigirin.”
Wezareta Navxwe dibêje: “Em welatiyan û xizmên qurbanî piştrast dikin ku mafên her kesî dê werin parastin û dê li dadgehê tedbîrên yasayî werin girtin.”
Basnews
