• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Navxwe derbarê bûyerên navçeya Xebatê de daxuyaniyek belav kir

Wezareta Navxwe derbarê bûyerên navçeya Xebatê de daxuyaniyek belav kir

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bûyerên li qeza Xebatê de belav kir û daxwaz ji xelkê navçeyê kir: ‘’Bi gotinên nehezan û palderiya destên bi guman neyên xapandin.’’

Îro 10.07.2025ê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û got: "Di encama nakokiyeke di navbera çend kesan de li ser pirsgirêkên erd, li herêma Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê alozî û nearamiyek çêbû û bû sedemê ziyanên canî û darayî.’’

Herwaha hat ragehandin: "Bi hewldanên hikûmet û partî û hêzên ewlehiya navxweyî yên peywendîdar, pirsgirêk zû hate sînordarkirin û bi alîkariya xelkê herêmê, herêm aram bû û ji bo çareserkirina nakokiyan û cezakirina binpêkaran prosedurên qanûnî dest pê kirin.’’

Wezareta Navxwe bang li xelkê herêmê kir: "Bi gotinên dijminan û teşwîqkirina destên gumanbar neyên xapandin û li gorî rêbernameyên ewlehiyê tevbigerin û ji bo rakirina alozî û aramiya li herêmê bibin alîkar.’’

Di daxuyaniyê de her wiha hate tekez kirin ku aramî û ewlehiya hemû herêmên Herêma Kurdistanê ji her tiştî girîngtir e û destûr nayê dayîn ku kes ji bo ti armancekê bêaramî û aloziyê pêş bixe.

Wezareta Navxwe welatiyên Herêma Kurdistanê piştrast dike: "Kurdistan dê herêma herî aram a herêmê bimîne.’’

 

Basnews

Top