• Sunday, 08 February 2026
logo

Rêbaz Hemlan: Destê hindek aliyên navxwe yên Herêma Kurdistanê jî di ragirtina mûçeyên mûçegiran de he ye

Rêbaz Hemlan: Destê hindek aliyên navxwe yên Herêma Kurdistanê jî di ragirtina mûçeyên mûçegiran de he ye

 Rêveberê berê yê Wezareta Darayî yê Iraqê aşkera dike ku ya di derbarê mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê de diqewime, bangeşeya pêşwext ya hilbijartinên parlametoya Iraqê ye û ji bilî aliyên şovenîst ên Iraqê yên desthilatdar, destê hindek aliyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê jî tê de heye.

Rêveberê Berê yê Wezareta Darayî ya Iraqê Rêbaz Hemlan, li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê belav kiriye ku eger ev rewşa niha ji bo desthilatdarên Bexdayê biçe serî, ango berdewam bike, niyeta desthilatdarên Bexdayê xerabtir in û dê gav bi gav wan bicîh bînin.

Herwaha ragehandiye: Yak u li hember mûçegirên Herêma kurdistanê tê jiyan kirin, sê sedem li pişte, ew jî ya yekem planeke siyasî ya zalimaneye û biryareke ne destûriye û ne edalete.

Ya dûyem, bangeşeya pêşwext a aliyan ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê ne.

Sedema sêyem, destê hin kes û aliyên di hundirê Herêma Kurdistanê de ye ku bi berdewamî planên hin aliyên şovenîst ên Iraqî li Herêma Kurdistanê pêk tînin.

 

Basnews

Top