Serok Barzanî û Qasim Erecî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê axivîn
Serok Mesûd Barzanî îro 9.07.2025, li Selahedîn pêşwaziya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim El-Erecî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşketinên ewlehiyê yên dawî yên li herêmê hatin nîqaşkirin.
Herwaha li ser têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de nêrîn hatin parvekirin.
Basnews
