Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevnêrîn bûn.
Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî îro 9.07.2025 pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de pêşketin û guhartinên dawî û rewşa ewlehiyê ya Iraqê bi giştî hatin gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo parastina ewlehî û aramiyê hate kirin.
Di mijara pirsgirêkan de, herdu aliyan piştrast kirin ku divê çareserî li ser bingeha destûrê û bi dabînkirina maf û mafê darayî yên Herêma Kurdistanê pêk were.
Basnews
