Amerîka baca gumrikê bi rêjeya %30 li ser hinardeyên ji Iraqê de disepîn e
Roja 09.07.2025, Qesra Spî di nameyeke fermî de ku ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şandiye de, ragehandiye ku Amerîka dê di 1ê Tebaxa 2025’an de dest bi wergirtina baca gumrikê ya bi rêjeya sedî 30 li ser hemû berhemên ku ji Iraqê ve têne hinartin bike.
Di nameyê de hikûmeta Amerîkayê ragehandiye, ku ew biryar piştî salan ji "nehevsengiya bazirganiyê" tê, ku tê de Amerîkayê ji Iraqê pir zêdetir tişt hawirde kiriye ji ya ku di berdêla wê de hinarde dike.
Qesra Spî pêywendiyên bazirganî yên niha bi “Bê edaletî û yekaliyane” wesif kiriye û sedema vê yekê jî bi bacên gumrikê yên Iraqê, astengiyên bazirganiyê û siyasetên din ve girêda ye, ku ketina berhemên Amerîkî bo bazara Iraqê dijwar kiriye.
Di wê nameyê de hatiye ragehandin, ku Amerîka hîn jî dixwaze hevkariya xwe ya bazirganî bi Iraqê re bidomîne, lê bi awayekî hevsengtir û dadperwertir. Amaje bi wê jî hatiye dayîn ku baca gumrikê ya nû dê li ser hemî kelûpelên Iraqî were sepandin, bêyî ku sektor çi bin û her hewldanek ji bo revîna ji baca gumrikê, wek hinardekirina berheman bi rêya welatên din, dê were cezakirin.
Amerîkayê di nameya xwe de hişyarî daye, ku Eger ji ber her sedemekê hûn biryar bidin ku gumrikên xwe bilind bikin, wê demê, her rêjeya ku hûn hilbijêrin dê li %30-ê ku me destnîşan kiriye were zêdekirin.
Qesra Spî ragehand ku şirketên Iraqî dê bi bacên nû re rû bi rû nebin ger ew biryar bidin ku kelûpelên xwe li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hilberînin.
Herwaha di nameyê de hatiye tekez kirin ku armanc ji wê baca gumrikê ya nû, parastina aborî û ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ye.
Basnews
