Qubad Talebanî: Ya ku niha Bexda daxwaz dike, nehiştina Herêma Kurdistan û binpêkirina destûrê yê
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, ya ku niha Bexdayê xistiye ser masa danûstandinê, nehiştina Herêma Kurdistane û binpêkirina destûra Iraqê ye û dibêje: Danûstandin li gel Bexdayê berdewame û divê her em bigehêjin rêkeftinê.
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, di hevpeyvîneke li gel pêgeheke herêmî li Silêmaniyê ya binavê Mic Medya de ragehand: “Em li ser lîsta mûçe gehiştibûn rêkefitinê, em li ser hatina nav çavdêriya darayî û lijneyên hevbeş gehiştibûn rêkeftinê. Ev rêkeftibûn û mijara mûçe yek alî bibû, bo çend mehan jî mûçe hatwergirtin û dihat dayîn, niha mijara petrolê hatiye nav mijaran, ya ku mijar aloz kiriye, li ser destûra Iraqê nêrîn û raman cudane, mijara petrolê, dahata derveyî petrolê û mijara nav kompanyayên derveyî petrolê û Hikûmeta Federalî.”
Herwaha aşkera kiriye: “Niha li Bexdayê danûstandin berdewamin li ser dîtina çareseriyekî û yekxistina nêrînên cuda yên li ser hinardekirina petrol û dahatên derveyî petrolê û rêkeftina di navbera kompanyayên derveyî petrolê û Hikûmeta Federalî li ser wê çarçoveya ku di yasaya bûdceyê de hatiye.”
Qubad Talebanî bi aşkerayî got: “Divê em bi Bexdayê re bigihîjin rêkeftinekê. Heta ku em negihîjin rêkeftinekê, em dev jê bernadin. Ji bilî rêkeftinê ti alternatîfek din tune ye, lê pêvajo aloz e û şer jî dijwar e. Raste ew daxwazên ku niha hikûmeta federal li me dike, kêmkirina desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê ne û biçûk kirina pêkhateya Herêma Kurdistanê ye.”
Cîgirê Serokê Hikûmetê aşkera kir: “Em dixwazin bigehêjin rêkeftinekî ku demdirêj be, hêjayê cîbicîkirinê be, ew nebe sibê werin guhertinekî din lê bikin û pêngav bi pêngav bikin, destpêkê bi mûçe destpê kir û piştre çû bo petrolê, sibê dê biçe bo balafirgehan û daxwaxa deriyên sînorî û êdî pişrte dê rojekî em li xew rabin û bibînin ku Herêma Kurdistanê nemaye. Ya ku Bexdayê naha pêşniyar kiriye, nehiştina tiştekî bi nave Herêma Kurdistanê ye.”
Basnews
