• Sunday, 08 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê ji Tirkiyeyê re dixwaze

Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê ji Tirkiyeyê re dixwaze

Serokê Herêma Kurdistanê di nameyekê de sersaxî ji Tirkiye û malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Di wê nameyê de, tevî diyarkirina hevsozî û hevxemiyê, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza çarebûneke bilez ji birîndaran re kiriye.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa tekez li ser berdewamiya alîkariya hevpar a di navbera her du aliyan de ji bo biserxistina aştiyê û parastina ewlehî û tenahiyê li deverê kir.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê duhî (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Hejmara wan serbazên Tirkyeyê yên ku ji ber jehrînbûnê mirine ji bo heşt kesan bilind bû, ev jî di dema operasyoneke lêgerînê de li şikefteke Herêma Kurdistanê bûye, ku di wê demê de gaza mîsanê hilkêşaye.”

 

K24

Top