Mesrûr Barzani: Naha 2 milyon hemwelatiyên Herêma Kurdistanê 24 demjimêran elektrîk wan heye
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana peyamek li ser dabînkirina elektrîka 24 demjimêran ji bo du milyon kesan li Herêma Kurdistanê belav kir.
Îro 09.07.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani peyamek di tora xwe ya civakî X de belav kir û ragihand: Naha du milyon hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bi rêya projeya ronahîkirinê (Ronakî) 24 demjimêran elektrîk heye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir: "Heta dawiya sala 2026an, proje dê bigihîje hemû mal û cîhên bazirganiyê yên li seranserê Herêma Kurdistanê.
Îro Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku projeya elektrîkê gihîştiye zêdetirî 2 mîlyon kesan, ku ev jî nêzîkî %30ê nifûsa Herêma Kurdistanê ye. Piştî berfirehbûna projeyê piraniya xelkê li ser asta bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê elektrîka wan a 24 demjimêrî bidest hatiye, berfirehbûna wê bazineyê jî li Hewlêrê derdora 150 metrî û li Silêmanî jî 60 metreyî girtiye navxwe û ew destkeft pêngavekî giringe ber bi dabînkirina elektrîka berdewam û erzantir û jîngeyekî paqijtir li Herêma Kurdistanê.
Di Mijdara 2024an de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya ronahîkirinê ragihand da ku heta dawiya sala 2026an elektrîk 24 demjimêran ji hemû mal û karsaziyan re were peyda kirin. Di 14ê Gulanê de, Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yekdengî proje pejirand.
Basnews
