• Sunday, 08 February 2026
logo

Xurmatû: Pênc efserên payebilind ji ber ku dan ser alên Amerîka û Îsraîlê û meşiyan ji karên xwe hatin dûrxistin

Xurmatû: Pênc efserên payebilind ji ber ku dan ser alên Amerîka û Îsraîlê û meşiyan ji karên xwe hatin dûrxistin

Li gor zanyariyan Wezîrê Navxwe yê Iraqê ferman da ku fermandarê polîsê Xurmatû û çar efserên din ên payebilind ji kar bên dûrxistin.

Li gorî agahiyan, di merasîma Aşûreyê de ew efserane li ser alên Îsraîl û Amerîkayê rawestiyabûn.

Ev wêne li ser torên civakî hat belavkirin û paşê bi fermana Wezîrê Navxwe ji erkên xwe hatin dûrxistin.

Kesên ku ji karên xwe hatine dûrxistin fermandarê polîsê Xurmatû Lîwa Husên, rêveberê narkotîk û nehiştina madeyên hişber Emîd Samir, rêveberê fewca hewarçûnê Emîd Muhsin, û rêveberê polîsê Xurmatû Eqîd Feysel û rêveberê trafîka Xurmatû Eqîd Mihemed Îsmaîl.

 

Basnews

Top