• Sunday, 08 February 2026
logo

Dr. Salar Osman, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Divê em cudahiyên hev qebûl bikin û pêkve pirsgirêkên welat çareser bikin.

Dr. Salar Osman, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Divê em cudahiyên hev qebûl bikin û pêkve pirsgirêkên welat çareser bikin.

 

Dr. Salar Osman, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Divê em cudahiyên hev qebûl bikin û pêkve pirsgirêkên welat çareser bikin.

 

Dr. Salar Osman, Endamê Serkirdayetiyê û Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Serperiştyarê Xeleka Guftûgoyê, di gotûbêja vê carê ya "Xeleka Guftûgoyê" de bi sernavê "Pêşxistina Projeyên Rê û Banan û Çareserkirina Pirsgirêkên Hatin û Çûnê", di peyvekê de bi germî bixêrhatina beşdaran kir û tekezî li ser wê yekê kir ku, "Divê em pêkve mil bidin ber berpirsiyariyê, pirsgirêkan destnîşan bikin û em hemû pêkve bi cudahiyên xwe ve ji wan re çareseriyan bibînin."

Di destpêka peyva xwe de, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, bal kişand ser wê yekê ku "Xeleka Guftûgoyê organeke serbixwe ya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ye û di Çileya Duyem a sala 2003'an de hatiye damezrandin". Her wiha got: "Armanc ji damezrandina vê organê ew bû ku bibe platformeke vekirî, ji bo komkirina cudahiyan, lêgerîna li destnîşankirina pirsgirêkan û gotûbêjkirina hevpar, da ku em pêşniyar û raspardeyên guncaw ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan pêşkêşî aliyên pêwendîdar û saziyên Herêma Kurdistanê bikin."

Derbarê girîngiya gotûbêjeke aşkera de, careke din tekezî li ser wê yekê kir ku "mixabin niha li Kurdistanê ji ber hin faktoran, gotûbêjeke aşkera ku hemû bîr û boçûnên cuda bi hev re kom bike, birêve naçe". Her di vê derbarê de got: "Ji ber vê yekê me hewl daye ku di vê platforma vekirî de mehane gotûbêjeke saxlem, aşkera û şefaf li ser yek ji pirsên vê nîştimanê, yên girêdayî jiyana welatiyan û asta dabînkirina xizmetguzariyan, pêk bînin. Armanca me ji hemû gotûbêjên ku heta niha hatine kirin, tekezkirin li ser wê yekê bûye ku rastî çawa ne, heta eger pir tal bin jî, divê li ser vê platformê wekî xwe bên pêşkêşkirin. Qenaeta me wek Partiya Demokrat a Kurdistanê ew e ku hemû raman tenê li cem me nîne, belkî beşek jê li cem pispor, akademîsyen û welatparêzên vî nîştimanî ye. Têgihiştina me ew e ku divê cudahî hevdu temam bikin, çi siyasî bin, çi olî û neteweyî bin, divê em wan qebûl bikin û pêkve mil bidin ber berpirsiyariyê, pirsgirêkan destnîşan bikin û em hemû pêkve bi cudahiyên xwe ve ji wan re çareseriyan bibînin."

Derbarê kar û berhemên Xeleka Guftûgoyê di 30 mehên borî de, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, bal kişand ser karan û got: "Ev gotûbêja îro xeleka sîyemîn a Xeleka Guftûgoyê ye. Ji bo her xelekekê, Xeleka Guftûgoyê raporên meydanî li seranserê parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê amade kiriye û tê de nêrînên pispor û taybetmendên wî warî yên ku bi sernavê gotûbêjê ve girêdayî bûne, hatine wergirtin. Ji bo beşek ji gotûbêjan me rapirsiyên online pêk anîne û bi hezaran welatî ji seranserê Herêma Kurdistanê beşdarî tê de kirine. Bi kurtî, di 30 mehên borî de, 30 kom ji akademîsyen, siyasetmedar, nûnerên aliyên cuda yên Iraq û Kurdistanê, wezîr û berpirsên hikûmeta Herêmê û Iraqê û Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê beşdar bûne. Her wiha 30 komên din ên pispor, taybetmend û akademîsyenan bi rêya raporên meydanî beşdariyeke çalak di Xeleka Guftûgoyê de kirine."

Derbarê şêwaza muameleya Xeleka Guftûgoyê bi berhemên xwe re jî, amaje bi wê yekê kir ku, "Armanca Xeleka Guftûgoyê ew bûye ku pir aşkera wê rastiyê îsbat bike ku cudahî, çi siyasî, olî, yan neteweyî bin, çavkaniya hêza vî gel û nîştimanî ne, ne ya lawaziyê. Ji ber vê yekê ew gotinên ku li vir tên kirin, paşê dibin nivîs, nivîs ji amadebûyan re tê şandin û her yek ji wan di guherandina wê de azad e, piştî pesendkirinê jî, mehane wek raporeke têr û tije di kovara Gulan de tê weşandin. Her wiha her şeş xelekên gotûbêjê bi hev re dibin pirtûkek bi herdu zimanên Kurdî û Erebî û di merasimeke hêja de, ku tê de panelek jî birêve diçe, rêz li beşdarên gotûbêjan tê girtin û pirtûk jî tên belavkirin."

Di dawiya peyva xwe de, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, li ser sernavê gotûbêja vê carê sekinî û got: "Ew sernavê ku Xeleka Guftûgoyê ji bo vê xelekê diyar kiriye, mijareke pir girîng e ku ew jî ((Pêşxistina projeyên rê û banan û çareserkirina pirsgirêkên hatin û çûnê)) ye. Derbarê projeyên rê û banan de, di hemû kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bi taybetî di kabîneya nehem de, gavên pir baş hatine avêtin û li gelek cihan projeyên pir mezin hatine encamdan, ku cihê destxweşiyê ne. Lê ev nayê wê wateyê ku kêmasiyên me nînin, yan pirsgirêkên me nînin. Em aşkera dibêjin: Gelek pirsgirêk û kêmasiyên me mane û divê ev platforma azad bibe cihê behskirina wan."

Derbarê pirsgirêk û bûyerên hatin û çûnê de jî got: "Ev bi rastî yek ji pirsgirêkên diyar e û rojane xelkê Kurdistanê dibin qurbanî. Ev nîşan dide ku sektora hatin û çûnê hê jî wek pêwîst nehatiye birêkxistin, ev jî beşek jê bi perwerde û hişyariyê ve girêdayî ye, û beşek din jî bi binpêkirina yasayan ve. Ji ber vê yekê girîng e di vê gotûbêjê de hemû pirsgirêk wekî xwe bên destnîşankirin û em pêkve pêşniyar û raspardeyên guncaw pêşkêş bikin, da ku em bibin alîkarekî baş ji bo aliyên pêwendîdar ji bo derxistina biryarên rast ji bo çareserkirina pirsgirêkan."

Di dawiya peyva xwe de pir aşkera ew yek dûpat kir ku "Ev nîştiman ew çarçoveya pîroz e ku me hemûyan bi cudahiyên me yên siyasî, olî û neteweyî ve bi hev re kom dike û berpirsiyariyeke hevpar dixe ser milê me hemûyan. Ji ber vê yekê divê em pêkve mil bidin ber wê û di çareserkirina pirsgirêkên xwe de alîkar bin."

 

Gulan

Top