• Sunday, 08 February 2026
logo

Şaxewan Ebdulah: Mesrûr Barzanî hemû hewlên xwe bo dabînkirina mûçeyan dane

Şaxewan Ebdulah: Mesrûr Barzanî hemû hewlên xwe bo dabînkirina mûçeyan dane

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Şaxewan Eblulah ragehand: “Bi spasiya ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî bi xwe pir alîkar bûye heta wê astê ku wî ji bo vê armancê dest ji hin mafên qanûnî yên Herêma Kurdistanê berdaye.”

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdila îro (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Facebookê nivîsiye, “Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Mehmûd Meşhedanî ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan serdana Herêma Kurdistanê kir.”

Şaxewan Ebdila amaje jî daye, “Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê di hemî hevdîtinên li gel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de behsa çareserkirin û dabînkirina mûçeyên fermanberan bi zûtirîn dem kiriye.”

Navbirî herwesa gotiye, “Spas ji Xudê re danûstandinan qonaxên pir baş derbas kirine û civîn dê sibe li Bexdayê berdewam bin da ku her du alî bigehin lihevkirinekê.”

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê ron jî kir, “Bi spasî ve ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe pir alîkar bûye heta wê astê ku wî ji bo vê armancê dest ji hin mafên qanûnî yên Herêma Kurdistanê berdaye.”

 

 

Basnews

Top