• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Mehmûd Meşhedanî civiya: Divê demekî kurt de pirsgirêka şandina mûçe bê çareser kirin

Serok Barzanî li gel Mehmûd Meşhedanî civiya: Divê demekî kurt de pirsgirêka şandina mûçe bê çareser kirin

Roja 06.07.2025ê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeyekî Parlamentoya Iraqê ya di serokatiya Serokê Parlamentoyê Mehmûd Meşhedanî de kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û her wiha biryara birîna mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin ku pêwîste di çarçoveya destûrê de ûbi berçav girtina bingehên hevbeşiyê û hevsengî û lihevkirinê pirsgirêk bên çareserkirin û nabe bi ti awayekî nanê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê têkelî nakokiyên di navbera aliyên siyasî de û herdu hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê kirin û divê di demekî kurt de pirsgirêka şandina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên çareser kirin.

 

Basnews

Top