• Sunday, 08 February 2026
logo

Rezîlbûneke mezin a Reyan Kildanî aşkera dibe

Rezîlbûneke mezin a Reyan Kildanî aşkera dibe

Rêveberê Navenda Medyayê ya Iraqê li Waşîngtonê, di bernameyeke televîzyonê ya bi (One News) re, çend belgeyên fermî pêşkêş kir û eşkere kir ku sertîfîkaya perwerdehiyê ya Reyan Kildanî sexte ye û heta sertîfîkaya mezûnbûna wî jî sexte hatiye çêkirin. Ew dibêje ku wî 1 milyon dolar bi pereyê naqd daye da ku vê skandalê veşêre.

Nizar Heyder, rêveberê Navenda Medyayê ya Iraqê li Washingtonê, di derbarê vê mijarê de amaje bi wê daye, ku aşkerabûna vê skandalê piştî wê hatiye ku encumena komîseran komîteyek yasayî û lêkolîna ji bo  lîsansên partiya hatiye kirin, di wê dema ku ew ji komîsyonê re hatine pêşkêş kirin, di wê lêkolînê de û di bersiva herdû perwerdeyên Nînowa û Bexdayê derketiye, ne tenê bawernameya Reyan Keldanî, belkû piştgîriya derçûna wî jî sextet ye.

Herwaha dibêje, “Bi balkişandina bi nivîsa rêveberiya giştî ya perwerdehiya Bexda, navçeya Kerx a sêyem, bi wê hejmara di 26ê Kanûna pêşîn a 2019’an, ya ku tê de hatiye piştrast kirin ku ti sertîfîka-bawernameyek bo kesekî bi navê Reyan Salim Sadiq ango (Reyan Kildanî, Serokê Tevgera Babilyon tine ye.”

Nizar Heyder, bi henekî behsa hevpeymaniya di navbera (Kildanî, Xez Elî û Bafil Talebanî) de dike û dibêje: "Kildaniyê ku dest daniye ser parêzgeh Nînowayê, axir, ewê ku bawernameyên dibistanê sextet bike, çawa bibe serokê partiyekî û sibê dibe serokomar?"

Di heman demê de, Nizar Heyder, bal kişandiye ser nameya Rêveberiya Giştî ya Perwerdehiyê ya Parêzgeha Nînowa ya di 7ê Cotmeha 2019an de, ku ew jî bi heman awayî sextekariya sertîfîkayên Keldanî îspat dike û heta piştgiriyê daye mezûnbûna wî jî.

Heyder daxwaza darizandina yasayî dike û ecêbmayîna xwe di karekî waha rezîl de aniye ziman.

Li gor madeya 291 a yasaya cezayên Iraqê, sextekirina bawernameyê tawane û divê xwediyê wê heta 5 sala bê girtin û eger fermanber be divê di posta xwe were dûr xistin û ew pere lê bên wergirtin ku ji ber wê bawernameyê bi dest aniye.

 

 

Basnews

Top