‘Kirîna Labubuyê ne baş e û heram e’
Berdevkê Yekîtiya Zanayan ragihand ku kirîna pêlîstoka Labubuyê bi mebesta bextê heram e.
Labubu pêlîstokeke ku Çînê çêkirî ye û di nava kîsekî an paketekê de tê.
Gelek rengên wê yên cuda hene û berî ku tu paketê vekî, tu nizanî ka çi reng e.
Hinek reng bi mebesta bextê baş tên bikaranîn.
Labubuyê beşeke mezin a xelkê, bi taybetî keç, li seranserî cîhanê bi xwe ve mijûl kiriye û Başûrê Kurdistanê jî ketiye nav.
Berdevkê Yekîtiya Zanayên Îslamî yê Herêma Kurdistanê Ebdullah Şêrkaweyî ji Rûdawê re ragihand:
“Pêlîstoka Labubuyê niha gelekî belav bûye û xelk dikire.
Derbarê hukmê wê de nîqaşeke mezin heye.
Li gorî şopandin û lêkolînên me ji ber ku cureyeke îsrafê tê de heye em baş nabînin ku xelk bikire.”
Ebdullah Şêrkaweyî ji welatiyan xwest ku bi mebesta bextê baş wê pêlîstokê nekirin ji ber ku “heram e”.
Labubu karaktereke xeyalî ya fîlmên zarokan e.
Her wiha wekî karakterekê bi taybetî di rêzefîlma anîmasyonî ya The Monstersê de û di gelek fîlmên anîmasyonê de jî derketiye.
Rudaw
