Pakistan: 30 çekdarên Talîbanê hatin kuştin, ku hewil didan ji Afganistanê ve sînor bibirin
Artêşa Pakîstanê îro roja înê ragehand, di nava 3 rojên borî de 30 çekdar kuştine ku hewil dabûn ji Afganîstanê ve sînor bibirin, ev jî piştî kuştin a 16 leşkeran di êrîşeke xwekujiyê de ku li heman navçeya sînor de hefteya borî hatibû encamdan.
Artêşa Pakîstanê di daxûyaniyekî de ragehandiye, ew çekdar ser bi “Talîbana Pakistanî” yan gûpên ser bi wê grûpê bûn. Herwaha Hîsdistan bi piştevanî kirina çekdaran tê tometbar kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Hêzên çekdar hestekî bilind a pîşeyîbûnê nîşan da û pêşî li karesateke mezin girtin.”
Amaje bi wê jî daye: “Herwaha dest danîne ser hindek alavên teqemeniyê û çekan.”
Ev operasyon li navçeya sînorî ya bakûrê Wezîristanê hatiye encamdan, ku hefteya borî 16 leşkerên Pakistanî di êrîşeke xwekujiyê de ji aliyê gûpa Talîbana Pakistanî ve hatin kuştin û êrîş jî girte ser xwe.
Herwaha Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf pesnê hêzên ewlehiyê da ku "Hewldaneke derbasbûnê têkbirine".
Basnews
