Mesrûr BarzanÎ ji bo koça dawî ya Muhsîn Amêdî peyameke sersaxiyê belav kir
Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke serxwaşiyê ji bo koça dawî ya kesayetiyê diyar ê devera Behdînan Muhsîn Amêdî belav kiriye û ragehand: Xwedê mezin canê wî bi biheştê şa bike.
Naveroka peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eve:
Birêz Mihemed Muhsîn Amêdî:
Ez ji bo koça dawî ya bavê we yê tekoşer û kesayetiyê walatparêz û naskirî yê Behdînan Muhsîn Amêdî, hevxemî û serxwaşiyê li malbata we ya birêz dikim û şirîkê xema weme.
Xwedayê mezin canê rehmetî bi biheştê şa bike û sebir û aramiyê bide we.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
02.07.2025
