• Sunday, 08 February 2026
logo

Li çaksaziyên Herêma Kurdistanê girtî fêrî pîşeyan dibin

Li çaksaziyên Herêma Kurdistanê girtî fêrî pîşeyan dibin

Li Herêma Kurdistanê, girtî di nav şeş çaksaziyên yên mezinan, jinan û zarokan de, bi rêya xulên taybet fêrî gelek kar û pîşeyan dibin, da ku piştî azadbûnê bikaribin debara xwe bikin.

Berdevkê Çaksaziyên Herêma Kurdistanê Xalid Mihemed îro 2ê Tîrmehê ji malpera K24 re ragihand: "Li hemû çaksaziyan, kargehên dirûtinê yên taybet hene ji bo dirûtina cilûbergên girtiyan. Hemû pêdawîstiyên weke mekîne û utiyan bêpere ji bo wan tên dabînkirin."

Berdevkê Çaksaziyan herwiha got: "Hemû ew girtiyên ku hewesa wan ji bo karê dirûtinê, dartiraşiyê yan jî her karekî din hebe, xulên perwerdeyê yên taybet ji bo wan tên vekirin." Herwiha da zanîn, girtî cilûbergên Kurdî didirûn û bi nirxekî ku ji %50 ji yê bazarê kêmtir e, difiroşin.

Xalid Mihemed tekez kir, mijûlbûna girtiyan bi van karan re, "moraleke baştir dide wan û dibe hander ku di çendîn pîşe û karên taybet de bibin xwedî-şareza."

Hêjayî gotinê ye ku li Herêma Kurdistanê şeş çaksaziyên ji bo mezinan, jinan û zarokan li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hene. Biryar e ku li Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê jî çaksaziyeke nû ya mezinan were vekirin. Hejmara giştî ya girtiyan li Herêma Kurdistanê zêdetirî pênc hezar kesî ye.

 

K24

Top