Çavkaniya êrîşên şeva borî yên li ser sînorê Kerkûk, Bêcî û Zaxoyê hat eşkerekirin
Çavkaniya êrîşên şeva borî yên li ser Kerkûk û kampeke penaberan li Zaxoyê hat eşkerekirin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li fermandariya hêzên hevbeş Lîwa Ebdulxaliq Talat ji BasNewsê re ragehand: "Duh şev êrîş li ser Kerkûkê û piştre jî li ser kampeke koçberên Zaxo hat kirin û di heman demê de jî li Bêcî êrîş pêkhat. Her duh êvari li Pelkane şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û DAIŞê de hebû. Tevgera DAIŞê vê heftiya dawiyê zêde bûye. Bi taybet li navçeyên Dûz Xurmatû, Daqûq û derdora bajarê Kerkûkê.’’
Herwaha got: "Hemû ev bûyer du tiştan ji me re dibêjin: yekem, DAIŞ maye û ya duyem jî, DAIŞ dixwaze ji ber bûyerên dawî yên li herêmê tevgerên xwe zêde bike."
Derbarê çavkaniya êrîşên şeva borî de jî got: "Çavkaniya êrîşê di hundirê Iraqê de bûye. Armanca wan afirandina kaosê ye. Pelkane, Daqûq û Xurmatû deverên tevlihev in. Ne hemû çek dikarin bigihîjin wan cihan, berfirehiya herêmê dihêle ku tevgera DAIŞê zêde bibe û ji bo wê dest dide."
Çavkaniyek got ku di rojên dawî de du berpirsên DAIŞê li Kerkûkê hatine kuştin. Tê bawerkirin ku êrîş ji ber tolhildana kuştina van berpirsên DAIŞê bûne.
Basnews
