Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê ji Hûsiyan re: Destê ku dirêjî Îsraîlê bibe, emê wî destî jê bikin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz roja Sêşemê piştî ku Hûsiyan êrîşeke mûşekî li ser Îsraîlê kirin ragehand, "Em ê bi Yemenê re mîna Tehranê tevbigerin, ku me 12 rojan lê da."
Herwaha dibêje, "Piştî Îranê, dora Hûsiyên Yemenî ye ji ber ku her kesê ku destê xwe li dijî Îsraîlê bilind bike emê wî destî bibirin."
Hûsiyên Yemenê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê zêde bûye û Îsraîl jî vê grûpê bi hevalbendiya Îranê tawanbar dike.
Basnews
