Şerq El Ewset: Hewler û Bexda gihîştin rêkeftineke destpêkê
Rojnameyeke erebî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gihîştin rêkeftineke destpêkê, lê danûstandin hîn jî berdewam dikin.
Îro 01.07.2025ê Rojnameya Şerq El Ewset di raportekî de aşkera kir: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê û beşa Herêma Kurdistanê ya ji bo bikaranîna petrola navxwe, lê mijara mafên kompanyayên petrolê hîn cemidandî maye û rawestaye.’’
Di vê navberê de, bi zimanê yek ji wan kompanya û şîrketan belav kir ku vê hefteyê civîneke dualî an sêalî bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî re bi beşdariya nûnerên hikûmeta federal li ser vê mijarê tê plankirin.
Rojnameyê got ku civîna di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li Bexdayê çend demjimêran dom kir, her du alî li ser hinardekirina petrolê, û her weha radestkirina %50ê dahata Herêma Kurdistanê gihîştin rêkeftineke destpêkê. Herwaha biryare civîneke din bi beşdariya endamên encûmena aborî ya Iraqê derbarê heman armancê de bê kirin.
Li gorî raporta Şerq El Ewsetê rêkeftin wiha ye:
- Herêma Kurdistanê rojane 280,000 bermîl petrol radestî SOMO dike.
- 120,000 bermîl petrol ji bo xerckirina navxweyî tê bikaranîn.
- Li hember vê yekê, şîrketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê dê 16 dolar ji bo her bermîleke petrolê werbigirin, heta ku şîrketeke şêwirmendiyê lêçûna hilberîna her zeviyeke petrolê diyar bike, lê li gorî raporê, şîrketan hîn li ser vê peymanê li hev nekirine.
Parlamenterê PDKê Sabah Subhî, ji heman rojnameyê re gotiye ku: "Her du şande pir nêzîkî rêkeftineke dawî ne, ji ber vê yekê îhtîmaleke mezin heye ku ji bo pirsgirêka mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareseriyeke radîkal çêbibe."
Basnews
