Bendav, Golek û Projeyên Avdaniyê dikevin Rêzbenda Projeyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Bendav, Golek û Projeyên Avdaniyê dikevin Rêzbenda Projeyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pênc salên borî de giringiyeke mezin daye çêkirina bendav, golek (pond) û projeyên avdaniyê. Ev yek jî li ser bingeha cûrbicûrkirina aboriyê û berê xwe dana vejandina kertên çandinî, geştyarî û pîşesaziyê ye, ku di her sê kertan de pêwîstiyeke mezin bi avê û komkirina avê heye. Herwiha, guherînên keşûhewayê, kêmbaranî û ziwabûnê, me neçar dikin ku em giringiyeke mezin bidin ava ser erdê û kêmتر berê xwe bidin derxistina ava bin erdê. Ji ber ku di çend salên borî de, bi qasî ku tê derxistin, bi heman rêjeyê ava baranê naçe nav erdê. Di heman demê de, yek ji wan proje û kertên ku ji bo vejandina aboriyê û peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan pêwîst e, çêkirina bendav û golekan e. Ji bo vê mebestê, li seranserê Herêma Kurdistanê û li her çar parêzgeh û rêveberiyên serbixwe giringiyeke mezin bi avakirina bendav û golekan hatiye dayîn. Ev yek dihêle ku di demsala baranê de aveke zêde ya baranê bê komkirin û di dema pêwîst de bê bikaranîn. Li gel vê, piraniya van bendav û golekan ji bo jinûve komkirina avê û bihêzkirina embara ava bin erdê ya vexwarinê sûdmend in. Li vir em amar û datayên çêkirina bendav, golek û projeyên avdaniyê li her çar parêzgehên Kurdistanê û rêveberiyên Germiyan, Raperîn, Zaxo û Soranê pêşkêş dikin.
Bendav:
Parêzgeha Hewlêrê: (Celî, Dêgele, Hemamok, Kodere, Çemirge, Bestore, Şewgêr) Qebareya ava komkirî: 33.345 milyon metre sêca.
Parêzgeha Silêmaniyê: (Şiwesûr, Heşezînî, Çemî Simor, Serçawe, Dîwane) Qebareya ava komkirî: 30.75 milyon metre sêca.
Parêzgeha Dihokê: (Bêdohî, Xenes, Keşkan) Qebareya ava komkirî: 9.8 milyon metre sêca.
Sînorê Germiyan: (Bawe Şaswar, Hesen Kenûş, Herrawe, Qadir Kerem, Awe Spî, Wîrî Qadir Kerem, Turecar) Qebareya ava komkirî: 32.42 milyon metre sêca.
Bendavên ku di bin cîbicîkirinê de ne:
Parêzgeha Hewlêrê:
Bendava Gomaspan: %85 temam bûye û şiyana komkirina 97.5 milyon metre sêca avê heye.
Bendava Aquban: %95 temam bûye û şiyana komkirina 2.6 milyon metre sêca avê heye.
Bendava Banûy Taleban: %91 temam bûye û şiyana komkirina 3 milyon metre sêca avê heye.
Bendava Nazenîn: %21 temam bûye û şiyana komkirina 1.9 milyon metre sêca avê heye.
Parêzgeha Silêmaniyê:
Bendava Basere: %4.3 temam bûye û şiyana komkirina 58 milyon metre sêca avê heye.
Bendava Surqawşan: %80 temam bûye û şiyana komkirina 8 milyon metre sêca avê heye.
Bendava Zulan: %38 temam bûye û şiyana komkirina 25 milyon metre sêca avê heye.
Bendava Çeq Çeq: %32 temam bûye û şiyana komkirina 9 milyon metre sêca avê heye.
Parêzgeha Dihokê:
Bendava Sibne 2: %50.82 temam bûye û şiyana komkirina 5 milyon metre sêca avê heye.
Bendava Gelî Bendava: %50.01 temam bûye û şiyana komkirina 6 milyon metre sêca avê heye.
Sînorê Rêveberiya Germiyan:
Bendava Bawe Nûr: %10.8 temam bûye û şiyana komkirina 30 milyon metre sêca avê heye.
Bendava Xornewazan: %96.5 temam bûye û şiyana komkirina 11 milyon metre sêca avê heye.
Amara Projeyên Bendavên Temambûyî li Herêma Kurdistanê:
Parêzgeha Hewlêrê: Şeş projeyên bendavan. Giştiya ava komkirî: 13.345 milyon metre sêca.
Parêzgeha Silêmaniyê: 7 projeyên bendavên temambûyî. Giştiya ava komkirî: 30.75 milyon metre sêca.
Parêzgeha Dihokê: Çar projeyên bendavên temambûyî. Giştiya ava komkirî bi milyon metre sêca: 9.8.
Rêveberiya Germiyan: 7 projeyên bendavên temambûyî. Giştiya ava komkirî bi milyon metre sêca: 32.42.
Amara wan Projeyên Bendavan ku Lêkolîn û Dîzayna wan Temam Bûye û ji bo Çêkirinê li Herêma Kurdistanê hatine Pêşniyarkirin:
Parêzgeha Hewlêrê: 16 bendav
Parêzgeha Silêmaniyê: 13 bendav
Parêzgeha Dihokê: 5 bendav
Parêzgeha Helebceyê: 1 bendav
Rêveberiya Germiyan: 4 bendav
Rêveberiya Raperîn: 3 bendav
Giştiya ava komkirî bi milyon metre sêca: 173.459. Giştiya budceya dabînkirî bi dînar: 15.111.382.451, ku dike 202.500 milyon dolar.
Navên Projeyên Avdaniyê û Golekan:
Hewlêr:
Goleka Pîraza, Goleka Banî Maran, Goleka Bineslawe ya Piçûk, Goleka Diremîr, Goleka Qadyana, Goleka Hêran, Goleka gundê Mekirdan, Goleka Kanî Genî, Goleka Çalegridele, Goleka Kibûr, Goleka Xire, Goleka Ziyaret, Goleka Mam Xelan, Goleka Mam Çoxan (Lehî). Projeya çêkirina golekê li ser rêreya siruştî ya ava baranê li komelgeha Mizûriyan. Projeya çêkirina golekê li ser rêreya siruştî ya ava baranê li gundê Kelkan. Çêkirina sê golekan li derdora Hewlêrê – gundê Şewek. Çêkirina golekê li ser rêreya siruştî ya ava baranê li gundê Pîreş. Çêkirina golekê li ser rêreya siruştî ya ava baranê li pişt bajarê Korê. Projeya çêkirina golekê di navbera gundê Şaomer û Kolekî Gewre de. Projeya çêkirina golekê li ser rêreya ava baranê li tenişta Bajarê Zêrîn û gundên Herecey Gewre û Bêstane û taxa Hewlêra Nû. Herwiha çêkirina projeyên avdaniyê li Dellaş û Sûmeryan û Reşdûr û projeya paqijkirina avê li bajarê Hewlêrê û derdora wê û Girdcûtyar û gundên Cimke û Delûglû û Yarmice û hwd.
Silêmanî:
Li sînorê Silêmaniyê 17 golek û proje hatine cîbicîkirin. Ji wan: (Goleka Qazan û damezrandina stasyona pîvana ava rijiyayî, projeyên Bêlexa û Duer û Banî Meqan û Goleka Birîsî ya jêrîn. Goleka Çalaw û projeyên Çirustane û Çelkan û Goleka Belxe û avdaniya Qirx û Boskan û Kawat).
Germiyan:
Çêkirina Goleka Seyîd Hisên û Goban û projeyên avdaniyê yên Homerbil û Kanî Kirmanç û Şawazî û Kirmanjî û hwd.
Raperîn:
3 projeyên avdaniyê li Sengeser û Serû Sînemok û li Koyê 12 proje.
Di vê kabîneyê de hejmara wan bîrên avê ku hatine kolan û destûr ji wan re hatiye dayîn li seranserê Herêma Kurdistanê, di her sê corên pîşesazî, çandinî û ava vexwarinê de, bi vî awayî bûye:
Hewlêr: 10,419
Silêmanî: 10,019
Dihok: 4,863
Zaxo: 553
Rêveberiya Germiyan: 1,970
Dihok:
Nûjenkirina 9 golekan li qezaya Amêdiyê, 9 golekan li qezaya Zaxoyê, 6 golekan li qezaya Akrê, 9 golekan li qezaya Dihokê, 6 golekan li qezaya Zaxo – Amêdiyê. Şêwirmendiya projeya gihandina ava çemê Dîcleyê bo Bendava Dihokê. Cîbicîkirina 4 projeyên avdaniyê li qezaya Akrê û 5 proje li qezaya Zaxoyê. Çêkirina Goleka Hewrîskê û Şîf Balûk û çêkirina golekên Kîlka û Alûka û Bicîl û Şirmin û Barzanka.
