Mesrûr Barzanî beşdarî merasima serxwaşiyê ya Ebdulah Ezîz Mela Xel Hemze Mêrgasorî bû
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30.06.2025, li gundê Azadî yê li qeza Mêrgesorê, beşdarî merasîma Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê madalyeya Barzaniyê Nemir, Ebdulah Ezîz Mela Xal Hemze Mêrgesorî bû.
Serokê Hikûmetê serxwaşî û hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên rehmetî kir û hêvî xwast, ku xwedayê mezin canê wî bi biheştê şa bike û sebir û aramiyê bide malbat û kesûkar û hevalên wî.
Herwaha malbata Ebdulah Ezîz Mela Xal Mêrgesorî, jî spasî û pêzanînên xwe bo hevxemî û amadebûna Serokê Hikûmetê di merasimê de anî ziman.
Basnews
