• Monday, 09 February 2026
logo

Li Hewlêrê alaya herî mezin a Kurdistanê ya ji keviran hat çêkirin

Li Hewlêrê alaya herî mezin a Kurdistanê ya ji keviran hat çêkirin

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 28.06.2025, li ser hejmara xwe ya tora civakî“Facebook” ragihand, projeya çêkirina ala herî mezin a Kurdistanê ya ji keviran bidawî bûye.

Umêd Xoşnaw diyar kir, ev alaya mezin li nêzîkî Firokxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye çêkirin û rûberê wê 4 hezar metreyên çargoşe ye.

Parêzgarê Hewlêrê amaje bi wê yekê kir ku armanca sereke ya projeyê ew e ku dîmeneke xweş pêşkêşî wan geştyar û rêwiyan bike ku serdana Hewlêrê dikin.

Herwiha da zanîn, çêkirina vê alayê beşek e ji pêngavên ji bo xemilandina bajarê Hewlêrê û afirandina “dîmeneke ciwan a tijî gul, gulzar û keskahî” ye.

 

Basnews

Top