• Sunday, 08 February 2026
logo

Donald Trump: Pêwendiyeke min a baş bi Kim Jong-un re heye

Donald Trump: Pêwendiyeke min a baş bi Kim Jong-un re heye

Di meha Hezîranê de, Qesra Spî ragihand ku Donald Trump careke din pêşwazî li nûkirina têkiliyên bi Kim Jong-un re dike. Trump jî dibêje ku ew piştgiriyê dide çareserkirina pirsgirêkan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze nakokiya bi Koreya Bakur re çareser bike û israr dike ku têkiliyên wî yên baş bi Kim Jong-un re hene.

Serokê Amerîkayê Donald Trump plan dike ku têkiliyên bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re, ku wî di gera yekem de ava kiribû, ji nû ve ava bike.

Trump got, "Heke nakokiyek bi Koreya Bakur re hebe, ez bi tevahî alîgirê çareserkirina wê me."

Trump di gera yekem a wezîfeya xwe de sê civîn bi Kim re li dar xist û peyamên xwe jî veguhest.

 

Basnews

Top