• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzani: Ez ji Xwedê lava dikim hatina Sersala Hicrî aramiyê bîne herêma me û hemû mirovahiyê

Serok Barzani: Ez ji Xwedê lava dikim hatina Sersala Hicrî aramiyê bîne herêma me û hemû mirovahiyê

Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û ragehand: "Ez bi boneya hatina roja yekem a Muherremê, Sersala Koçberiyê, pîrozbahiyên xwe yên germ li hemû Misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Peyama Serok Barzanî wa ye:

Bi navê Xwedayê Dilovan û Mîhreban

Ez dixwazim bi boneya hatina Muherremê Sersala Hicrî pîrozbahiyên xwe yên germ li hemû Misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê bikim.

Ez ji Xwedê lava dikimhatina sala nû ya Hicrî û Koçberiyê bibe sedemê xweşiyê ji bo hemû aliyan û aştî û aramiyê ji bo hemû herêma me û tevahiya mirovahiyê bîne.

Her bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzani

1ê Muherrem 1447 Hicrî

26.06.2025

 

Basnews

Top