Piştî 11 salên revandinê, keçeke Êzidî vegeriya nav kesûkarên xwe
Keçeke Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bûye dibêje, "Piştî girtina min ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, ez sê salan li Sûriyeyê mam û paştir li Tirkiyeyê hatim zindanîkirin."
Dîma Emîn, keçeke Êzidî ye ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, îro (În, 27ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, "Ez pir kêfxweş im ku hatim rizgarkirin. Ez spasiya wan hemî kesan dikim ên ku ji bo rizgarbûna alîkar bûn. Min gelek azar û nexweşî dîtin heta ku ez hatim rizgarkirin. Ez gelek caran li ser wê yekê fikirîm ku xwe bikujim.”
Dîma Emîn herwesa got, "Piştî girtina me ji aliyê DAIŞê ve, em demekê kêm li Iraqê man û di dû re wan em birin Sûriyeyê û ez ji malbata xwe veqetiyam. Ez li Sûriyeyê li mala çekdarekî DAIŞê hatim xwecihkirin û destdirêjiya seksî li ser min hat kir. Min nexweşitîn demên jiyana xwe li wê derê borandin û ez sê salan li Sûriyeyê mam.”
Keçeka navbirî amaje jî da, "Paşî ez bi qaçaxî çûm Tirkiyeyê û ez li wê derê hatim zindanîkirin. Min dixwest vegerim Iraqê, lê belgenameyên min tune bûn, ji ber vê yekê jî azadbûna min zehmet bû. Ez heft salan li Tirkiyeyê mam û ez berdewam dihatim eşkencedan û min gelek azar dîtin. Çar rojan berî cejna Qurbanê ez hatim azadkirin û vegeriyam Şaryayê.”
Dîma Emîn ji gundê Koçoyê yê bajarkê Şingalê ye. Li sala 2014ê, piştî dagirkirina gundê wan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, Dîma tevî heşt kesên malbata xwe ket destê çekdarên DAIŞê. Bavê wê û du birayên wê heta niha jî winda ne.
Li gorî agahiyan, heta nihac sê hezar û 587 kesên Kurd ên Êzidî hatine azadkirin û bi kesûkarên xwe şa bûn.
K24
