Mamosteyekî Zanîngehê: Ew mîqdara dahata Nifşê Nû dibêje li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, li gel Hikûmeta Federal jî nîn e
Mamosteyekî zanîngehê bi tundî bersiva gotinên pêşkêşvanekî berê yê Nifşê Nû(Newey Nwê) ku niha parlamenterê wê hizbêye dide û weke “Tûtî” binav dike û radigehîne ku ew hejmara ku bangeşeyê bo dikin qaşo dahat bê berdestê Hikûmeta Herêma kurdistanê, tenê ew mîqdara dahatê li ber destê hikûmeta Federal jî nîne.
Îro 25.06.2025, Rêbwar Awrehman, parlamenterê Nifşê Nû di civîneke çapemeniyê de probagandeya wê kiriye, qaşo bi qasî 23 tirîlyon dolar wek daha li ber destê Hikûmeta Herêma kurdistanê û pê mûçeyan dabeş nake.
Di vê derbarê de Dr. Eyûb Momeşînî mamostayê zanîngeha Selahedîn ji BasNewsê re ragehand, ew gotinên wî parlamenterê Nifşê Nû hêjayî pê kenînêye û belgeye li ser bêhişî û bêaqiliya wê hizbêye ku xwe pê opozîsyone, eger na divê kesek an aliyek bifikire ka hejmareke wisa çawa dikare ji dev derkeve.
Herwaha diyar kir, "23 trîlyon dînar nêzîkî 18 milyar dolar e. Heta hikûmeta Iraqê jî ewqas dahat nîne, di demekî de ku rojane bi mîlyonan bermîl petrol difiroşe, Hikûmeta Herêma kurdistanê ku ti mîqdar petrol nafroşe, êdî bi çi ew dahat bidest xistiye?”
Herwaha tekez jî kir, ku ew kesên Nifşê Nû bêy ku bifikirin wekî Tûtî-Papaxanê diaxivin, herwaha derewên Şasiwar dibêjin. Nexwe, me got ku Şaswar derew kir û ji xwe re got, çima parlamenterê wî heman derewê dubare dike? Gelo gelê wan ewqas nezan e ku van tiştan bawer bike?”
Behsa wê jî kir ku divê mûçexwarên Kurdistanê bizanin ku Şaswar Ebdulwehîd û partiya wî û hejmarek partî û komên din li ser hesabê berjewendiyên karkerên mûçegir ên Kurdistanê kampanyaya hilbijartinên pêşwext dikin, ji ber vê yekê "divê baweriya wan nekin, lê her kes piştgiriyê dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê."
Basnews
