Îranê pêleke nû ya mûşekan avêt Îsraîlê
piştî ku hêzên asmanî yên Amerîkayê li serê sibeha îro her sê navendên atomî yên Netenz, Fordo û Esfehanê bombebaran kirin, Îranê bi hejmareke mûşekên Xeyber û balîstîk ên Xuremşehr4 êrîş kir ser naverast û bakurê Îsraîlê.
Medyaya Îsraîlê ragihand, “Artêşa Pasdarên Îranê li serê sibeha îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) nêzîkî 30 mûşekên Xeyber û balîstîk ên Xuremşehr4 avêtin Îsraîlê. Ji ber wê êrîşê jî, zirar gehiştiye çend deverên Îsraîlê.”
Hêzên Navxweyî yên Îsraîlê eşkere jî kir, “Li 400 bajaran, ji Heyfayê heta Tel Evîv, Orşelîm û Deryaya Mirî, zenga haydarkirinê tê lêdan. Dibe ku êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê dijwartir bibin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) li Koçka Spî di gotarekê de got, “Balafirên şerî yên Amerîkayê li sê cihên Îranê operasyoneke pir berfireh pêk anîne, dezgehên atomî yên rejîma Îranê bombebaran kirine, Fordo, Netenz û Esfehan wêran kirine.”
Donald Trump herwesa got, "Armanca me ji wê êrîşê ew bû ku em şiyana Îranê ya pîtandina uranyûmê rawestînin û gefên rejîma Îranê bidawî bînin, ku di piştevanîkirina terorê de li cîhanê welatê herî mezin e."
Navbirî amaje jî da, "Ez dikarim ji cîhanê re bibêjim ku êrîşa me pir bêhempa bû, ji hêla leşkerî ve pir serketî bû, ji ber ku bingehên atomî yên Îranê bi tevahî hatine wêrankirin û pûçkirin."
Serokê Amerîkayê herwesa ragihand, “Îranê Rojhilata Navîn têk daye, lê niha divê ew aştiyê bike.”
K24
