Pizîşkiyan ji Macron re: Em di tu şert û mercî de bernameya xwe ya nukleerî ranawestînin
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkîyan di pêwendiyeke telefonî de bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re ragihand, şiyanên mûşekî yên welatê wî ne mijara danûstandinê ne û tekez kir, ew ê ti carî rêjeya dewlemendkirina uranyumê nekin sifir.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkîyan û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro 21.06.2025, pêwendiyeke telefonî pêk anîn. Li gor daxuyaniya Serokkomariya Îranê, di pêwendiyê de helwesta Îranê ya derbarê bernameya wê ya atomî û aloziyên dawî yên bi Îsraîlê re hatine gotûbêjkirin.
Pizîşkiyan ji hevtayê xwe yê Fransî re ragihand, Îran li ser bingeha yasayên navneteweyî, mafê xwe yê bernameya atomî ya aştîyane diparêze û dê dest jê bernede. Herwiha got: "Em di ti şert û mercî de kêmkirina rêjeya dewlemendkirina uranyumê bo asta sifirê qebûl nakin. Maf bi şer û gefan nayên bidestxistin."
Serokkomarê Îranê herwiha gef li Îsraîlê xwar û got: "Eger êrîşên Îsraîlê yên li ser welatê me berdewam bikin, dê bersivên me jî tundtir bin."
Ji aliyê xwe ve, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, welatê wî beşdarî êrîşa serbazî ya Îsraîlê ya li ser Îranê nebûye û piştgiriyê jî nade êrîşeke wiha. Macron da zanîn ku "her êrîşeke li ser saziyên sivîl an atomî nayê qebûlkirin."
Macron beriya niha jî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X” nivîsîbû, ew di nav hewldanan de ye ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk ji bo krîza Îran û Îsraîlê.
Macron Tekez kiribû jî, divê rê li ber şerekî berfirehtir bê girtin û da zanîn ku Fransa û hevkarên wê yên Ewropî danûstandinên bi Îranê re bileztir bikin. Herwiha Macron destnîşan kiribû, divê Îran nebê xwedî çekê atomî û piştrastiyeke tam bide ku bernameya wê ji bo armancên aştîyane ye.
Basnews
