• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezîrên derve yên Îran, Almanya, Fransa û Brîtanyayê li Cenevê civiyan

Wezîrên derve yên Îran, Almanya, Fransa û Brîtanyayê li Cenevê civiyan

Wezîrê Derve yê Îranê îro 20.06.2025ê li Cenevê bi wezîrên derve yên Almanya, Fransa, Brîtanya û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê re civiya.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî di civîna Encûmena Mafên Mirovan li Cinevê de got, “Divê hemî endamên encûmenê li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser welatê me dengê xwe bilind bikin, herwesa ez ji we dixwazim ku hûn rêzê li qanûnê bigirin û ji bo edaletê bertekan nîşan bidin, ji ber ku Îsraîl bi awayekî nedadperwerane êrîşî welatê me dike û divê were rawestandin.”

Ebas Iraqçî amaje jî da, “Îsraîlê ti hincetek tune ku wan êrîşan bike ser Îranê ji ber ku bernameya atomî ya Tehranê di bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî de ye û Îran pabendî qanûnên navneteweyî ye.”

Navbirî herwaha got: "Em tenê dixwazin di vî şerî de xwe û serweriya welatê xwe biparêzin."

Wezîrê Derve yê Îranê diyarkir: “Êrîşên Îsraîlê qanûnên navneteweyî binpê dikin û ew qanûn ji ber kiryarên Îsraîlê di bin gefê de ne.”

Ebas Iraqçî eşkere jî kir ku, ew di dema pêvajoyeke demokratîk û danûstandinên li gel Amerîkayê de hatin armanckirin, ku biryar bû li roja 15ê mehê civîn bi merema dîtina çareyeke aştiyane ji bo wê pirsê bê lidarxistin.

Navborî herwesa got: "Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser nexweşxane û jêrxaneyên welatê me de, hejmareke zêde ya xelkî bû qurbanî û van êrîşan dê encamên metirsîdar hebin."

 

Basnews

Top