Fermandarekî payebilind ê Sipaha Pasdarên Îranê hat kuştin
Fermandarê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Îranê yê karûbarên Filîstînê Mihemed Seîd Azadî di êrîşeke Îsraîlê ya li bajarê Qûmê de hat kuştin.
Çend roj berî naha çavkaniyekî Amerîkayê ragehandibû ku, îdareya Amerîkayê ji saziya îstixbaratê ango ji CIAyê daxwaz kiriye hemû hewldanan bide ku berpirsê Filîstînê yê Hêza Quds a Sipaha Pasdaran Mihemed Seîd Azadî yan birevîne, yan jî bikuje.
Heman çavkaniyê got, "Di navbera ajansa îstîxbaratê ya Îsraîlê Mossad û hin ajansên îstîxbaratê yên Erebî de hevkariyek hebûye da ku Seîd Azadî bikin armanc."
Ajansa îstîxbaratê ya Amerîkî vê dawiyê wêneyên Azadî, digel agahdariyên din, pêşkêşî ajansên îstîxbaratê yên pispor kir:
Navê tevahî: Mihemed Seîd Azadî
Nav: Hacî Ramazan
Jidayikbûn: 1964, Tehran.
Niştecîbûn: Hara Harik, taxên başûrê Beyrûtê.
Erk: Serokê karûbarên Filistînî yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdaran.
Wî çavdêriya hemû alîkariyên leşkerî û darayî yên ji bo komên Filistînî kir.
* Tayînkirina rêveber û kadroyên sereke yên Filistînî û erkdarkirina wan ji bo operasyonên ewlehî û îstîxbaratê.
Cihên lê serdest û erkên wî: Şerîda Xezeyê, Sûriye, Lubnan, Urdun û Misir.
Basnews
