• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Mossadê metirsiyên peymana bi Îranê re radigihîne

Serokê Mossadê metirsiyên peymana bi Îranê re radigihîne

 Serokê Mossadê David Bernia hişyarî da ku eger peymaneke atomî bi Îranê re were îmzekirin, dê bibe sedema "karesateke stratejîk".

Bernia diyar kir ku di demeke dirêj de, ev peyman dê ji bo Îranê hêsankariyê bike ku çekên atomî bi dest bixe û bihêztir bibe.

Herwaha dibêje, "Tenê tiştê ku niha tê guhertin taktîkên muamelekirina Îranê ye, ku di bin çavdêriya hêzan de, di serî de Amerîka, têne bicîhanîn."

Barnia got, "Îran dê vegere peymanê ji ber ku ew û Amerîka berjewendiyên wan ên stratejîk hene ji bo encamdana wî karî, û hişyarî da ku  ev îmzekirin rê dide Îraniyan ku potansiyela xwe ya herî zêde bi dest bixin, û piştî rakirina dorpêçan li gorî peymanê, bi sedan milyar dolar dê herikin welêt.

Herwaha dibêje, "Ev pere piştgiriyê dide Hizbulah, Cîhada Îslamî ya Filistînî, Hûsiyan, milîsên ku ji hêla Tehranê ve têne piştgirî kirin, Spaha Quds û Hamasê."

Navborî fikarên xwe anî ziman ku hin welatên herêmê Îranê wekî "modelek" dibînin.

 

 

Basnews

Top