• Sunday, 08 February 2026
logo

Rabun Maruf: Hin medya û çalakvanên îslamî dixwazin ku Kurdistan bikeve bin mûşekan

Rabun Maruf: Hin medya û çalakvanên îslamî dixwazin ku Kurdistan bikeve bin mûşekan

Serokê berê yê fraksiyona Gorranê li Parlementoya Iraqê rexne li hin medya û çalakvanên îslamî û beşek ji medyaya civakî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) girt û guman kir ku ew dixwazin ku Kurdistan bikeve bin mûşekan.

Serokê berê yê Fraksiyona Tevgera Gorran li Parlamentoya Iraqê Rabun Maruf, di rêzenivîsek li ser tora xwe ya civakî Facebook de nivîsand û ragehand: "Medya û çalakvanên îslamî û beşek ji  medyaya civakî ya YNKê ku ji hêla baskê îslamî yê tundrew ve têne rêvebirin! Bi qesdî gotina ‘’Kurdistan bûye rêya hatûçûna Balefirên Îsraîlê’’ bikartînin û ‘’Kurd bûne xizmetkarê siyonîzmê’’ û hwd… wan gotinan dikin. Ew wekî ku qada hewayî ya Kurdistanê, tevî Iraqê, di bin kontrola Hêza Parastina Hewayî ya Kurdistanê de be, ne ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye. Her wekî ku eger kurd neban, ji zû de Îsraîl dê ketiba bin pêla cîhana Îslamî wan gotinan dikin.

Herwaha dibêje: "Ev hemû nefreta we li hember welat û neteweya we çi ye? Çima hûn dixwazin ku Kurdistan bikeve bin mûşekan?"

Rabun Maruf diyar kir: "Bifikirin ku li ser rûyê erdê ti dost û piştgirên we tine ne. Dema ku cîhan û herêm bikeve nav aloziyê û ber bi rêxistineke nû ve biçe, divê ramanwer, rêber, çalakvan û her kes ji vê derfetê sûd werbigire da ku miletê xwe ji zelûlî û dûvikbûnê rizgar bike û ber bi serwerî û rûmetê ve bibe. Lê ax û hesret! Bi hezaran kurdên koleyên mal û zeviyên dagirkirî, agahiya we ji vê tine û di nexşe û plana we de welat û netew û paşeroj tine. Ne ji ber xwe ye netewek bi dehan milyon nifûsa wî heye û bi sedan sale kirine kole û ben xistine stûyê wî û zincîr xistine des û lingên wî de.’’

Rabun Maruf di parvekirineke din de nivîsand: “Dema ku hûn li gorî berjewendiyên welat û miletê xwe hevgirtin û tifaqa siyasî pêş dixin, her çend hûn xeletiyek bikin jî, hûn welatparêz in.”

 

Basnews

Top