• Sunday, 08 February 2026
logo

Civata Wezîran di serokatiya Serokwezîr Barzanî de dicive

Civata Wezîran di serokatiya Serokwezîr Barzanî de dicive

Bi serpereştiya Serokê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, Civata Wezîran dicive û çend mijar dê bên gotûbêj kirin.

Îro 18.06.2025ê bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Qubad Talebanî ve, civata wezîran dicive û 3 mijar dê bên gotûbêj kirin û di mijara yekem de rewşa navçeyê, şer û alozî û pêşhateyên siyasî û leşkerî û ewlehî û bandorên wê yên li ser Herêma Kurdistanê dê bên gotûbêj kirin.

Mijara duyem a civînê pêşneyara Wezareta Navxwe ya derbarê dirêjkirina karkirina li ser biryara civata wezîran a lêborîna li cezayên trafîkê yên bi rêjeya sedî 20 bo 6 mehên din ango ji 1ê Tîrmeha 2025ê heta 31ê Kanûn a 2025ê dê bê gotûbêj kirin.

Mijara sêyem a civînê dûvçûn dê li ser biryara berê ya civata wezîran a derbarê civîna bi hejmara 159 a roja 19ê Adara 2025ê ya taybet derbarê tayînkirina mezûnên koleja bijîşkî ya giştî û aşkera kirina bersiva wezareta darayî ya Iraq a federal a li ser vê mijarê ya bi nivîsa hejmara 1162 ya 9ê Nîsan a 2025ê dê bê gotûbêj kirin.

 

Basnews

Top