• Sunday, 08 February 2026
logo

Sûriye 3000 leşkerên xwe bi dron û çekên cuda ve tîne ser sînorê Iraqê

Sûriye 3000 leşkerên xwe bi dron û çekên cuda ve tîne ser sînorê Iraqê

Rojnameya The National News roja Sêşemê ragihand ku "Hikûmeta nû ya Sûriyê 3,000 leşker û hêzên xwe yên ewlehiyê bi dron û çekên cûrbecûr ve li ser sînorê Sûriyeyê-Iraqê bêyî zanîn û hemahengiya rayedarên Iraqî bicih kirine."

Wê ajansê ji zarê Rayedarekî payebilind ê Sûriyê ragehandiye, "Hêzek ji komên milîsên çekdar ên Iraqê berê hewl da ku sînorê Sûriyê derbas bike, ji ber vê yekê hikûmeta Sûriyê ev biryar daye."

Lê Rayedarekî Iraqî jî ev gotin derewan û got, "Iraqê ji Sûriyê ti giliyek li ser tiştekî wisa negirtiye, lê dibe ku Sûriye hewl bide zextê li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê bike."

 

Basnews

Top