Altun: Êrişa Îsraîlê ya li ser medyaya dewletê ya Îranê komkujiyeke eşkere ye
Serokê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun, li ser êrişa Îsraîlê ya li Saziya Radyo û Televizyonê ya Îranê daxuyanî daê.
Altun diyar kir ku di êrişê de endamên çapemeniyê û sivîl hatine armanckirin û ev êriş wekî "komkujiyeke eşkere" bi nav kir.
"Divê divaka navneteweyî bê deng nemîne"
Fahrettîn Altun, ji ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û wiha got:
"Êrişa Îsraîlê ya li ser Saziya Radyo û Televizyonê ya Îranê bi armanckirina endamên çapemeniyê û sivîlan komkujiyeke eşkere ye. Êrişkirina rojnameger û xebatkarên ragihandina hovîtiyê ye; ti meşrûiyet û sedemên hiqûqî yên vê êrişê nînin.
Birêvebiriya Îsraîlê ya ku bi sûcên ku kiriye taybetmendiya dewletbûnê winda kiriye, di navbera xwe û aştiya mayînde de dîwarên stûr ava dike.
Em wek Tirkiye vê êrişa qirêj şermezar dikin. Em ji bo endamên çapemeniyê yên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê ji gelê Îranê re dixwazin.
Em gazî civaka navneteweyî dikin ku li dijî êrişkariya Îsraîlê û kiryarên wê ku agir berdayê herêmê bikevin tevgerê."
Rudaw
