EFRÎN - Xaniyê axayê Kurd ê ku Ataturk lê mabû bû mûze
Tirkiyeyê dest danî ser xaniyê Henîf Axayê Kurd yê li nahiyeya Racoyê ya Efrînê û ew kir mûze ku serokkomarê yekem ê Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de heyama mehekê lê mabû.
Tirkiyeyê li gundê Hec Xelîlê yê nahiyeya Racoyê ya Efrînê dest danî ser xaniyê Henîf Axayê Kurd.
Tê gotin ku serokkomarê yekem ê Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de heyama mehekê li wî xaniyê maye.
Piştî şikestina Osmaniyan bi destê Îngîlizan 1ê Çiriya Peşîn a 1918an Ataturk reviyabû bajarê Helebê û ji wir çûbû Efrînê li wê derê bi cih bûbû.
Ataturk li Efrînê bûbû mêvanê axayê Kurd Henîf Axa û nêzikî mehekê li cem wî xwe veşartibû.
Hêzên Tirkiyeyê piştî 107 salan doh dest danî ser mala Henîf Axa ya şûnwarî û ala xwe li ser bilind kirin.
Koma Hemzat sala 2018an mala Henîf Axa dagîr kiribûn, piştre Tirkiye ji wan xwestibûn vala bikin û dest danîn ser û piştre ala xwe li ser bilind kirin.
Rudaw
