Wezîrê derve yê Îranê: Êrîşên Îsraîlê rawestînin û emê jî rê li ber vegera diyalog û çareseriyeke dîplomatîk vekin
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî roja Yekşemê ragehand, "Êrîşa Îsraîlê rawestînin û emê jî rê li ber vegera diyalog û çareseriyeke dîplomatîk vekin."
Iraqçî ragehand, "Amerîka û Ewropa bi teşwîqkirina Îsraîlê ji bo berdewamkirina êrîşên xwe, ku dê encamên pir xeternak ji bo cîhanê hebin, xeletiyeke dîrokî dikin."
Herwaha got, "Amerîka bi tevahî piştgiriyê dide êrîşa li dijî Îranê û helwestên yekalî yên Ewropayê di berjewendiya Îsraîlê de ne."
Basnews
