Milîsên Iraqî gefê li Amerîkayê dixwen
Roja 15.06.2025, Misîsên Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê, di daxuyaniyekî de ji nû ve hişyarî dide û gef li Amerîkayê xwar û ragehand: “Her destwerdanek di şerê navbera Îsraîl û Îranê de bê kirin, ewê hemû binke û baregeh û berjewendiyên wan ên li navçeyê bikin armanc.”
Wan milîsên Iraqî di daxuyaniya îro de herwaha ragehandiye: “Îran dikare bi tena serê xwe li hember Îsraîlê bisekine û pêdivî bi alîkariya kesî nîne, lê eger artêşa dijmin a Amerîkayê destwerdanê di vî şerî de bike, em ê rasterast êrîşî hemû baregeh, binke û berjewendiyên wê bikin. Herwaha divê hikûmeta Iraqê û birayên me jî bi hevahengî bixebitin da ku balyozxaneya şer a li Bexdayê bigirin û hêzên dijmin ên Amerîkî ji axa Iraqê derbixin.”
Basnews
