Trump û Erdogan dixwazin rê li aloziyên Îsraîl û Îranê bê girtin
Serokkomarê Tirkiyeyê bi rêya telefonê bi Serokê Amerîkayê re axivî û pê re li ser dawî pêşhat û guhertinên deverê axift.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê) li ser guhertinên dawiyê yên deverê axiftin, bi taybetî jî li ser nexweşî û aloziyên di navbera Îsraîl û Îranê de.
Serokatiya Komara Tirkiyeyê di ragihandinekê de amaje da ku, Erdogan pêşwaziya daxuyaniya vê dawiyê ya Trump, li ser bidawîanîna hevrikiya di navbera Îsraîl û Îranê de û anîna aştiyê bo deverê, kir. Tekez jî kir ku, divê gavên bilez bên avêtin da ku rê li her karesatekê bê girtin ku bibe sedema wê yekê ku tevaya deverê bixe nav wî agirî.
Erdogan herwesa got, “Yekane rêya çareserkirina pirsgirêka atomî diyaloga dîplomatîk e û Tirkiye amade ye ku hemî bizavan ji bo destpêkirina danûstandinên dîplomatîk bike.”
Navbirî ron jî kir, “Tundûtîjiya ku bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir zirarên mezin ên aborî û mirovî gihandine her du aliyan.”
Her di wê ragehandinê de amaje bi wê yekê jî hatiye dan ku, divê rê li zêdebûna van alozî û metirsiyên her du aliyan bê girtin.
K24
