• Sunday, 08 February 2026
logo

Mossadê çawa karîbû bigihîje Îranê û parastina hewayî ya wê bêdeng bike?

Mossadê çawa karîbû bigihîje Îranê û parastina hewayî ya wê bêdeng bike?

 Piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê di şeva 13ê Hezîrana 2025an de, endamên Mossad hatin dîtin ku çek û pergalên êrîşê li hundirê Îranê çalak dikin. Vê derbarê de Wall Street Journal ragihand ku ajansa îstîxbarata Îsraîlê Mossad karîbû bigihîje kûrahiya axa Îranê û berî ku êrîşên xwe bide destpêkirin, dron û çekên êrîşkar bikar bîne da ku parastina hewayî ya Îranê bêdeng bike.

Rojnameyê ji çavkaniyek agahdar ve ragehand: "Berî ku Îsraîl bi balafirên şer ên F-35 êrîşî tesîsên Îranê bike, bi sedan perçeyên dronên tijî teqemenî bi qaçaxî di kamyonên barhelgir de anîbûn Îranê."

Çavkaniyê got: "Komên piçûk materyal û cebilxane gehandin nêzî parastina hewayî û platformên avêtina mûşekan ên Îranê."

Di raporê de hat gotin: "Dema ku êrîşên Îsraîlê dest pê kirin, hin ji van koman karîbûn parastina hewayî ya Îranê bêdeng bikin, hin ên din jî dema ku ji mûşekên veşartî di bin erd de dihatin derxistin, platformên avêtina mûşekan ên Îranê hedef girtin."

Şer ketiye roja xwe ya çaremîn, her du alî bi balafirên şer, dronan û mûşekan hevdu bombebaran dikin û zirarên mezin dane saziyên leşkerî, atomî, pîşesazî, petrolê û heta xanîyên sivîl ên her du aliyan.

Heman çavkaniyê jî got ku êrîşa yekem a Îsraîlê di şeva 13ê Hezîrana 2025an de, ku Îsraîl kariye çek û mûşekên parastina hewayî ya Îranê di demjimêrên pêşîn ên êrîşê de hedef bigire. Piştre Îranê bi bombebarankirina bajarên Îsraîlê bi 200 mûşekan di roj û şevê de bersiv da, hejmarek Îsraîlî kuştin û birîndar kirin, û zirarên mezin dane navend, sazî û yekîneyên niştecîh.

Efserê berê yê îstîxbarata Mossadê û seroka bernameya Îranê li Enstîtuya Lêkolînên Ewlekariya Neteweyî li Tel Avivê Sîma Shin got: "Îsraîl ji Îranê bersivek pir dijwartir hêvî dikir."

Li gorî Shine, êrîşên Îsraîlê li ser parastina hewayî ya Îranê pir zû û biryardar bûn û alîkariya Îsraîlê kirin ku zû qada hewayî ya welêt bi dest bixe.

 

Basnews

Top