Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Îranê şermezar kir
Derbarê êrîşên îro yên Îsraîlê li ser Îranê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragehand, em bikaranîna hêza leşkerî bo çareserkirina nakokiyan şermezar dikin.
Roja 13.06.2025ê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Êrîşên Îsraîlê bo ser Îranê û bikaranîna hêza leşkerî ji bo çareserkirina nakokiyan em şermezar dikin. Ev pêşketin aramî û seqamgiriya navçeyê aloztir dike û dibin gef li ser ewlehî û seqamgiriya navçeyê û qada navnetewî.’’
Herwaha got; ‘’Şer û helbijardeya leşkerî rewşê xirabtir dike.’’
Serokatiya Herêmê got: ‘’Di vê dema hestyar de erkê civaka navnetewî ye ku bertekên bilez nîşan bide û kar ji bo wê yekê bike ku alozî û binpêkirin ji vê zêdetir pêşnekevin û heta zû ye rê li pêşketina zêdetir a vê rewşê bigre.’’
Rudaw
